Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

  • rojane
  • 16:13 5 Nîsan 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Li Stewrê, welatiyan 72’emîn roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêxistina agir û teqandina guleyên hewayî pîroz kirin.
 
Li Gundê Barman a navçeya Stewr a Mêrdînê, welatiyan 72’emîn roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêxistina agir û teqandina guleyên hewayî pîroz kirin. 
 
xJI BO 24 KESAN 3 HEZAR Û 150 TL CEZA BIRÎN
 
Piştî pîrozbahiyê, qereqolê bangî 24 kesan kir û îfadeyên wan girtin. Bi hinceta “Qanûnên Qebahetê” 3 hezar û 150 TL cezayê pere li 24 kesan hat birin û dûre hetin berdan.