Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 14:33 2 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Li Çêrmûgê, Ramazan Karataş ê xebatkarê servîsa arazî ya DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da. 

 
Li navçeya Çêrmûg a Amedê, Ramazan Karataş (52) yê di servîsa arazî ya DEDAŞ’ê de dixebitî, ji dîrekê ceylanê ket. Karakaş ê li erda hişk ket, birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, Karataş rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ligel hemû hewldanan jî Karataş jiyana xwe ji dest da. 
 
Malbatê, cenazeyê Karakaş ji morga nexweşxanê girt û li navçeya Çêrmûgê spart axê.