‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’

  • rojane
  • 10:00 5 Nîsan 2020
  • |
img
AMED – Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Parêzer Abdulah Zeytûn û Nûnerê THÎV’ê yê Amedê Parêzer Bariş Yavûz derbarê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve hiştine de xwestin polîtîkayên mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî esas were girtin. Parazvanê mafên mirovan anîn ziman ku qanûn rêgeza wekheviyê îhlal kirine.
 
Ji ber vîrusa coronayê yek ji cihê di tahlûkê de jî girtîgehin. Li gelek welatên cîhanê girtî hatin berdan. Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bang hat kirin ku ji ber nexweşiya vîrûsê girtî demildest werin berdan. Lê hêj Tirkiyê tu gav neavêtine û qanûna înfazê ya ku ji komisyona edaletê derbasbûyî jî dîsa girtiyên siyasî li derve hiştin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Amedê Abdulah Zeytûn û Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TİHV) Parêzer Bariş Yavûz, qanûna înfazê nirxandin. 
 
‘DIVÊ EM BÎNIN BÎRA DEWLETÊ KU MAFÊ GIRTIYAN YÊ JIYANÊ HEYE’
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Abdulah Zeytûn diyar kir ku heke vîrus li girtîgehan belav bibe encamên neyînî wê derkevin holê û wiha got: “Divê mirov bîne bîra dewletê ku mafê jiyanê yê girtiyan, parastina mafên bingehîn û peymanên navnetewî hene ku pêk bîne. Di heman demê de mafê saziyên sivîl civakî jî heye ku saziyên dewletê kontrol bike.Piştî nexweşiya vîrusê serlêdanên ku li şaxên me çêbûyî dide nîşandan ku li girtîgehan paqijî û pêkanîna şertên tenduristiyê kêm in, kontrol kirina girtiyan a tenduristiyê baş nehatiye kirin, tedbîren derbasdar xwestine bigirin. Şertên girtîgehê mirovê tenduristiya mirovê sax jî xerab dike. Dema mirov vê rewşê wergire berçav tedbîrên hevdîtina girtiyan taloqkirin, têkiliya personelan a derve qut kirin têra nake. Ji ber vê yekê çareserî ne hefskirina girtiyan e. Divê qanûnek were derxistin ji bo serbest berdana girtiyan.”
 
‘LI GIRTÎGEHAN HEZAR Û 564 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’
 
Zeytûn, da zanîn ku ji bo derxistina qanûna înfazê divê polîtîkayên mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî were esas girtin û wiha axivî: “Ji derveyî partiyên siyasî yên ku di meclîsê de cih digirin divê pêşniyar û nêrînên saziyên sivîl ên civakî, partî, rêxistinê girseyî yên demokratîk ên ku hiqûqa mirovî werdigirin berçav, jî esas bigirin. Girtigehên ku kapasiteya wan 200 hezar kes ku bikarin lê bimînin niha mayîna nêzî 300 hezar girtiyan bi tena serê xwe muameleyeke ne baş e. Li gorî daneyên saziya me yên sala 2020’ê 590 jê giran 1564 girtiyên nexweş hene. Gelek ji wan girtiyên polîtîk ên ku bi salane di girtîgehan de ne.”
 
‘QANÛNA ÎNFAZÊ CUDATIYA HEYÎ KURTIR KIRIYE’
 
Zeytûn, anî ziman ku qanûna înfazê ya ku anîne meclîsê ji bo girtiyên adlî guhertinek kirine û şertên siyasiya wek berê hiştine û wiha berdewam kir: “Ev sepan cudatiya heyî kûrtir kiriye û zêde kirî ye. Ji bo ku cudatî ji holê werin rakirin divê bi lez û bez xala TMK’ê ya 5’emîn û 17’emîn were rakirin. Di qanûna înfazê de divê rêgeza wekheviyê, kurtkirina demên înfazê berçav were girtin. Dema em difikirin ku siyasetmedar, xwendekar, parastinêrên mafan, rojnamevan xebatên wan îlegal hatin nîşandan û wisa hatin darizandin divê ev qanûn vê bêhiqûqiyê ji holê rake.”
 
‘QANÛN, PELÎXÎNA HESTÊN MIROVAN A EDALETÊ YE’
 
Nûnerê THÎV’ê yê Amedê Parêzer Bariş Yavûz diyar kir ku qanûna înfazê ya ku derdikeve kesên muxalîf derve tên hiştin ev cezakirina kesên ku derveyî desthilatdariyê difikirin e û wiha got: “Her biryara ku ji bo tedbîr girtinê hatî girtin nîşaneya rêgeza wekheviyê îhlalkirin û pelixîna hestên mirovan a edaletê ye. Di qanûna înfazê de divê sazkirineke ku hestên edaletê tatmîn bike were çêkirin”
 
‘DIVÊ BI HESASIYET NÊZÎKÎ GIRTÎGEHAN BIBIN’
 
Yavûz, dest nîşan kir ku hêvî dikin nexweşiya vîrusê li girtîgehan belav nebe û wiha axivî: “Divê tedbîrên girtîgehan teqez bên wergirtin û ev tedbîr li gor mafên girtiyan bin. Piştî ku di qanûna înfazê de sepaneke wekhev û adilane pêk were di girtîgehan de jî tedbîrên ku werin girtin divê bi pêşniyarên rêxistinên tenduristiyê û saziyên sivîl ên civakî pêk were. Ji ber ku şertên girtîgehan têra tenduristiya mirovan nake ev rewş dê bibe sebebê yek carê ku vîrus belavî hemû girtîgehan bibe. Heke îro li Tirkiyê ji ber nexweşiya vîrusê ji bo komên ku di rîskê de bang werin kirin divê heman hesasiyetî nêzîkî girtîgehan jî bibin û bi lezgînî tevbigerin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme 
 
 

Sernavên din

12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne